Li Stenbolê Nobeda Edaletê 32 roj in didome 2024-01-13 16:53:25   STENBOL - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê 32 roj in bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” û bi serdanan berdewam dike.   Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol, Mêrsîn, Edenê û Îzmîr bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edaletê kirin.     Bi pêşengiya xizmên girtiyan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER) 32 roj in çalakiya Nobeda Edaletê didome. Li salona Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Sancaktepê pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” hat daliqandin.   Çalakiya ku bi serdanan didome îro rêxistina DEM Partiyê ya Sultanbeylî, Ûmraniye, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Stenbolê û Koma Hevra serdana çalakiyê kirin.    Di çalakiyê de dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.