Nobeta Edaletê ya Amedê di roja 41'ê de dewam kir 2024-01-13 16:49:03   AMED - Nobeda Edaletê ku bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hat destpêkirin di roja 41'ê de dewam dike.    Nobeda Edaletê ya di çarçoveya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siysasî" li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rezana Amedê di 4' Kanûna 2023'yan de hat destpêkirin dewam dike. Serdanên ji bo Nobeta Edaletê di roja 41'ê de dewam dikin. Endamên KESK û Egitim Sen'ê çûn serdana nobetê.    Di çalakiya Nobeta Edaletê de jin qala têkoşîn û çîroka xwe dikin. Her wiha kilamên serhildanê jî di çalakiyê de tên gotin.