Meclîsa Jinên Ereb a Şengalê civîna xwe ya salane lidarxist 2024-01-13 16:22:23   NAVENDA NÛÇEYAN -  Meclîsa Jinên Ereb ên Şengalê civîna xwe ya salane li dar xist û di civînê de biryar hate girtin ku di nava salê de konferansa xwe li dar bixin.   Meclîsa Jinên Ereb ya Şengalê, li gundê Bîrcarî ya Şengalê civîna xwe ya salane lidarxist. Civîn ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinên Ereb Fatma Mistefa, Miha Ebdulkerîm, Fatîma Berhû ve hate rêvebirin. Di civînê de perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin xwendin, rewşa siyasî, ewlekarî û rêxistinî hate nirxandin. Her wiha di civînê de rexne û rexnedayîn hate dayîn. Her wiha di dawiya civînê de çend biryarên girîng jî hatin girtin.   Li gorî biryara civînê wê di sala 2024’an de konferansa xwe lidarbixin û mîhrîcaneke çand û hûnerê were lidarxistin. Ji bo zarok jî li ser fikreke azad û demokratîk werin mezinkirin wê aktîvîteyên civakî û çandî yên cûrbecûr werin lidarxistin. Li gund û komelgehên rêxistinbûnên jinan pêşneketine komîn û meclîsên jinan bên avakirin.   Mijareke din a girîng ya di civînê de hate destgirtin û di vê çarçoveyê de pîlansaziyek hate derxistin jî zewaca di temenê biçûk de û zewaca mehrkirina di zarokatî de bûye. Di encama nîqaşên hate meşandin de plankirin ku li ser van mijaran li hemû gund û komelgehên Şengalê ku pêkhateyên Ereb lê dijîn, civîn werin çêkirin û civak di vê mijarê de were perwerdekirin.