Jinan li dijî êrişan meş li dar xistin 2024-01-13 14:29:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê ya li hemberî jinên li Efrînê û êrişên li dijî herêmê, şêniyên Qamişloyê bi pêşengiya Kongra Star meşek li dar xist.   Bi pêşengiya Kongra Star bi sedan şêniyên Qamişloyê bi meşekê sûcên komên girêdayî dewleta tirk ên li dijî jinan ên li Efrînê û êrişên duh ên dewleta tirk ên li ser kantona Cizîrê şermezar kirin.   Meşê ji ber dermanxaneya Deham a li taxa Kornîş dest pê kir. Di meşê de wêneyên jinên ku li Efrînê ceza li wan hatiye birîn û şaxên darên zeytûnê ku wekî sembola Efrînê tên naskirin, hatin hildan.   Piştî meşê girse li ber avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY'yê kom bû. Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed li wir axivî û destnîşan kir ku ev 6 sal in Efrîn bi destê dewleta tirk û komên wê rastî siyasetên qirkirinê tê. Gel jî li hemberî dorpêça hikumeta Şamê li ber xwe dide û got: “Wê her dem rastî berxwedana gelan bên, dê gelê li Şehbayê di kampan de her têbikoşe heta azadiyê bi dest dixe.”   Remziya Mihemed bal kişand ser cezakirina jinan ji aliyê dewleta tirk ve û da zanîn ku di demekê de ku cezayê darvekirinê li cîhanê tê rakirin, li Efrînê dewleta Tirk mîna siyasetên Îranê li dijî gelan dide meşandin û wiha dom kir: “Bi guhertina demografiyê, girtin û revandina şêniyan li Efrînê têr nebû, ji bo şikandina îradeya jinan cezayan dide. Em ê jî bi îradeya jinên azad li hemberî dagirkeriyê derkevin.”   Çalakî bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.