Li bajarên Serhadê bi hezaran kes deng bikar tîne 2024-01-13 13:39:59   WAN - Li gelek bajarên Serhedê DEM Partî pêşhilbijartinga ku li dar xist de bi hezaran deleqe çûn ser sindoqan dengê xwe bikar anîn.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Wan û gelek bajarên Serhedê pêşhilbijartin li dar xist û bi hezaran delege çûn li ser sindoqan. Delegeyan bi bikaranîna dengên xwe namzetên xwe diyar bikin.   Wan   Li 12 navçeyên Wanê ku sindoq hatin danîn, li navçeya Mîksê jî dê namzet ji hêla Komîsyona Hilbijartinê ve bê diyarkirin. Dîsa ji ber ku li herêmê berfa zêde dibare bernamzet û delege nekarin xwe bigihînin navçeyan. Ji ber vê yekê li navçeyên Qelqelî, Serav, Bêgirî, Ebex û Payîz Ava hilbijartin betal bû û taloqê dîrokek pêş hat kirin. Li Eywana Dawetê ya Vîlla Park a Rêya Armûşê dê li ser 15 sindoqan deng bê dayîn. Li Tûşbayê jî li Eywana Dawetê ya Alyansê 5 sindoq hatin danîn û deng hatin bikaranîn. Di 6 sindoqên ku li Eywana Dawetê ya Masal a Artemêtanê hat danîn de deng hatin dayîn. Li Şaxê jî li qehwexaneyeke navçeyê sindoq hat danîn û deng hat dayîn. Li Eywana Civînê ya Bajêr a Elbakê deng li ser 2 sindoqan hat dayîn. Li Eywana Vîzyontele ya li Navenda Perwerdeya Gel a Westanê jî sindoqek hat danîn.   Erzirom    Li navçeya Gogsî ya Erziromê jî li Eywana Dawetê ya Temayê du sindoq hatin danîn û 323 delege dengên xwe bikar anîn. Li Eywana Qehwexaneya Çewlikê ya Xinûsê jî du sandiq hatin danîn. Li avahiya navçeya DEM’ê ya Tatosê jî du sandoq û li Eywana Pastexana Klas a li Qereçobanê jî du sindoq hatin danîn û deng hatin bikaranîn. Li vir jî bernamzetan xwe dan nasîn.     Bedlîs   Li navçeyên Bedlîsê jî ku hilbijartin bihata kirin, ji ber pirgirêkek teknîkê ya Komîsyona hilbijartinê dengdayîn betal bû û hilbijartin taloqî dîrokek pêş hat kirin.   Agirî   Li Agirî Eywana Dawetê ya Aydemîr, Bazîdê li Eywana Dawetê ya Mem û Zîn, li Patnosê li Eywana Dawetê ya Goldê, li navçeyên Tutax, Xemûr, Zêdkan, Avkevir û Giyadînê jî li avahiyên DEM Partî sindoq hatin danîn û pêşhilbijartin hatin kirin.  Li vir jî piştî xwe nasandina bernamzetan dengdayîn dest pê kir.   Mûş    Li navenda bajêr û 3 navçeyên Mûşê jî sindoq hat danîn û delege dengên xwe bikar anîn. Delege li Eywana Dawetê ya Asmalî Konak a li navenda Mûşê 6 sindoqan, li avahiya navçeya DEM’ê ya Milazgir, li Eywana Dawetê ya Gimgim a navçeya Gimgimê 3 sindoqan, li Otela Grand Serhadhan a li Kopê 4 sindoqan de delegeyan dengên xwe bikar anîn û namzetên xwe diyar bikin.