'Çima dinya li dijî biryara bidarvekirina du jinên li Efrînê bêdeng e ?' 2024-01-13 10:42:59   Mîdye Miqted    ŞEHBA - Li Efrîna di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ne, 9 jin hatin girtin û cezayê bidarvekirinê li du jinan hatin birîn. Jinên li Şehbayê bertek nîşanî vê biryarê dan û gotin:"Ma sûcê van jinan çi ye? Çima dewletên navneteweyî li dijî vê yekê bêdeng in û bi erka xwe ranabin ? Çima dinya li dijî biryara bidarvekirina du jinên li Efrînê bêdeng e ? Bila herkes bizanibe ku jinên Efrînê li dijî vê neheqiyê bêdeng ranawestin heta ku em tevahî jinên di bin dagirkeriya çeteyan de, azad dikin."   Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk li dijî Efrînê êriş da destpêkirin. Di 18'ê Adara 2018'an Efrîn ket binê kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê. Piştî Efrîn ket binê kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê gelek sûcên mirovahiyê li dijî welatiyên li Efrînê hatin kirin. Bi taybet jî li dijî jin û zarokan. Gelek caran gelek ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk li Efrînê hatin revandin û ji bo wan fîdye hatin xwestin. Kesên malbatên wan nikaribûn fîdyeyê bidin bi îşkenceyê hatin kuştin.    Li Efrînê gelek caran jin bê sûc û sedem tên revandin. Îşkence li wan tê kirin, tên girtin, ceza li wan tê birîn, an jî tecawizî wan tê kirin. Herî dawî li gor çavkaniyên herêmî jî cezayê darvekirinê li 2 jinên ku di Girtîgeha Navendî ya Efrînê de tên girtin, hat birîn.    Hinek jinên ku ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ên li Efrînê ve hatin girtin û ceza li wan hatine birîn wiha ne:    1- Kewser Hemede, ev 5 sal in girtî ye û cezayê muebbetê lê hatiye birîn.   2- Şemsa (45) ev 5 sal in hatiye girtin û cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.   3- Laîla Yûsif ev 5 sal in girtî ye û 15 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.   4- Amîna Bekir Sultan ev 2 sal in hatiye girtin û 10 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.   5- Nûra Sîdû du sal in di girtîgehê de ye û 8 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.   6- Fatima Xelîl Osman ev 4 sal û 6 meh in girtî ye û 7 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.   7 – Îman Xalid Kanco ev 3 sal in girtî ye û 7 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.   8- Xezala Salmo 3 sal in hatiye binçavkirin û 7 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.   9- Xaleda Fewzî 3 sal in di girtîgehê de ye û 7 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.   10- Mîra Sîdû 6 sal in girtî ye û heta niha derneketiye dadgehê.   Jinên li Helebê bertek nîşanî vê rewşê dan û wiha gotin:" Ev 6 sal in ev kiryarên hov li Efrînê li dijî jin û zarokan tê meşandin. Li ber çavên hemî dinyayê ev kiryaran tên kirin û em vê qebûl nakin. Em li pişta hemî jinên Efrînî ne, heta ku em vedigerin cih û warê xwe."   'Kesên kiryarên hovane dikin nayên cezakirin'   Gulistan Mustefa da zanîn komên girêdayî dewleta tirk li Efrînê sûcên mirovahiyê dikin û wiha got:" Ev bû 6 sal in ku kiryarên dewleta tirk a dagirker û serçeteyên wê yên derheqê jin û zarokan de yên di herêma Efrîna dagirkirî de dewam dikin. Di heman demê de her carê kesên ku bi van kiryarên hov radibin nayên cezakirin û hesab ji wan nayê pirsîn. Ev yek jî rê li ber zêdekirina kiryaran vedike ."   'Dagirkerî her carê hêz û îradeya jinan dike hedefa xwe'   Di dewamiya axaftina xwe de Gulistanê diyar kir ku her carê dewlet hêz û îradeya jina têkoşer û berxwedêr dike hedefa xwe û wiha pê de çû:"Dewletên hegemon û di serî de dewleta tirk her carê dixwaze rê li ber berxwedanê bigirin û jinek li ku serî hildide ew dibe hedefa dijmin. Lewma bi van kiryarên xwe dixwazin îradeya jinan di hundirê Efrînê de tune bikin. Rojane îşkenceyê li jinan dikin. Dixwazin bi rêya kiryarên xwe îradeya jinan têk bibin."   'Divê jinên Efrînê li hemberî dagirkeriyê bê îrade nemînin'   Di dawiya axaftina xwe de Gulistanê diyar kir ku kiryarên hov ên li dijî jinan zêde bûne û li jinan cezayê darvekirinê hatiye birîn û wiha lê zêde kir:" Tevî ku li gelek welatan cezayê bidarvekirinê hatiye rakirin lê îro li Efrînê nû dest pê dike û ev ceza li jinan tê birîn. Lê em weke jinên Efrînê yên niha di kantona Şehbayê de her li pişta jinên Efrînê ne û banga me ji bo wan heye ku bê hêz û bê îrade nemînin, li ber hemberî dagirkeriyê tucar serî netewînin."   'Çima dinya li dijî biyara bidarvekirina du jinên li Efrînê bêdeng e ? '   Newroz Xelîl jî da zanîn ew li dijî neheqiyan û bidarvekirina jinan bêdeng namînin û wiha got:"Ev 6 sal in her jin tên revandin, tecawizî wan tê kirin, îşkence li wan tê kirin û cezayê darvekirinê li wan tê birîn. Ma sûcê van jinan çi ye? Çima dewletên navneteweyî li dijî vê yekê bêdeng in û bi erka xwe ranabin ? Çima dinya li dijî biryara bidarvekirina du jinên li Efrînê bêdeng e ? Bila herkes bizanibe ku jinên Efrînê li dijî vê neheqiyê, bêdeng ranawestin heta ku em tevahî jinên di bin dagirkeriya çeteyan de, azad dikin."