Kongra Star: Em li dijî êrîşan banga bilindkirina têkoşînê dikin 2024-01-12 20:11:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star soza bilindkirina têkoşînê da û bang li jinên cîhanê kir ku li hember planên ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk tên, bibin yek.   Kongra Star bi daxuyaniyekê cezayê darvekirinê yê li dijî 2 jinan hatiye birîn û girtina jinên din ên li Efrînê ku aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin veşermezar kir.   Daxuyanî bi beşdariya koçberên Efrînê û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li pêşiya qada 8'ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat xwendin.   Bi zimanê Erebî cîgira Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan û bi zimanê Kurdî endama Koordînasyona Kongra Star Nêrgiz Bekir daxuyanî hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hate gotin  6 sale Tirkiye li dijî gelan sûc dike û di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Çeteyên dewleta Tirk li dijî jinan cezayên darvekirin û girtina muebetê bi bi hinceta dûrî rastiyê birîn. Ev rejîm ji îrade û hêza jinên ku wan siyasetan qebûl nakin, ditirsin. Ji ber wê jî jinan qetil dikin û wan îşkence dikin. Ev yek jî ne cara yekemîn e jin di dîrokê de di siyasetên çewisandina azadiya nêrîn û qanûnê re derbas dibin. Bi sedan jinên mîna Sakîne, Sosin, Cîhan, Barîn, Avêsta, Silav, Rûkenan li hember zihniyeta desthilat û dewletê sekinîn ku zulma wan bi dawî bikin.”   Di dawiya daxuyaniyê de soza bilindkirina asta têkoşînê hat dayînû bang li jinên seranserî cîhanê hat kirin ku li hemher planên li dijî wan bibin yek û wan têk bibin.