Li Antalyayê mirina bi guman a jinekê 2024-01-12 18:53:31   ANTALYA- Turîsta Rus Nadezhda Larygîna ya li Kemerê di otelekê de dima û ji bo bimeşe derket derve ev sê roj bû agahî jê nedihat girtin. Nadezhda li qada daristanê mirî hat dîtin.   Li navçeya Kemer a Antalyayê li taxa Kîrîş di 31’ê Kanûnê de turîsta welatiya Rûs Nadezhda larygîna (40) çû otela 5 stêrk bi cih bû.   Di 4’ê Çile de bi tena serê xwe derket ku bimeşe û carek din venegeriya. Nadezhda ku sê roj bû winda bû, cesede wê li 400 metre durî riya taxa Kirîş li qada daristanê hat dîtin.   Cenazeya Nadezhda rakirin morga Nexweşxana Dewletê ya Kemerê û der barê mirina wê de lêpirsîn hat destpêkirin.