Nobeta Edaletê ya Mêrsîn û Edeneyê di roja 40'î de ye 2024-01-12 16:14:44   MÊRSÎN/EDENE - Nobetên Edaletê yên li Mêrsîn û Edeneyê bi tevlîbûna gelek kesan di roja 40'emîn de dewam kirin.    Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 34 meh in tu agahî jê nayên girtin, di 27’ê mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya demkî û dorveger dabûn destpêkirin.  Çalakî di roja 47’emîn de berdewam dike.    Malbatên girtiyan jî di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li Amed, Wan, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê çalakiyên Nobeta Edaletê dane destpêkirin û çalakî didomin.     Mêrsîn   Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî 40 roj in didome. Çalakiya bi pêşengiya Dayikên Aştiyê tê lidarxistin bi serdanên piştevaniyê didomin.    Edene   Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 40’emîn de berdewam kir.    Serdanên piştevaniyê yên ji bo çalakiya nobetê dewam dikin. Rêveberên DEM Partiyê îro çûn serdana çalakiyê. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyan hat kirin.