Di Nobeta Edaletê de banga rakirina tecrîda li Îmraliyê 2024-01-12 14:54:44   WAN - Çalakiya Nobeta Edaletê ku di roja 39’an de berdewam dike, banga rakirina tecrîda li Îmraliyê hat kirin.   Nobeda Edaletê ya ku li Wanê ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran ve (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan, ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd li Wanê di roja 39’an de bi serdanan dewam dike. Çalakiya nobedê ya li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê didome. Bernamzetên DEM Partiyê û gelek welatiyên taxa Emînpaşa ya navçeya Artemêtanê tevli çalakiyê bûn.    Di çalakiyê de dayik Mûnîfe Kaçak axivî û çalakiya greva birçîbûnê ya di girtîgehan de destpê kiriye silav kir û got dê ev têkoşîn berdewam bike.   Di çalakiya nobetê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin û daxwazên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin ziman. Mûnîfe, destnîşan kir ku ew ji bo şer bisekine û xwîn nerije dest bi nobetê kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bang li hemû gelan dikim ku beriya rewşa girtiyan xirap bibe bila hemû kes dengê xwe derbixe. Zarokên me 48 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Divê hemû gelê me xwedî vê çalakiyê derbikeve. Em ne ji bo şer û hevdû bikûjin li vê derê ne. Em ji bo edaletê li vir in. Ev der cihê edaletê ye. Hemû kes bila xwedî girtiyan derbikeve. Divê demildest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Ger ku tecrîda li Îmraliyê rabibe dê tecrîda li ser hemû girtîgehan rabibe. Ne bi tenê dayîkên kurd, bila hemû dayik rabibin li ser piyan.”   Di nobetê de dirûşmeyên “Biji berxwedana zindana” û “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. Nobet, bi stran û serdanan berdewam kir.