Ji Piştevaniya Mor sempozyûma tecrûbeyên têkoşînê 2024-01-12 14:18:30   STENBOL - Piştevaniya Mor bang li hemû jinan kir ku beşdarî sempozyûma bi sernavê "Di Krîza Kapîtalîzma Patriyarkal de Tecrûbeyên Têkoşîna Femînîst a Navneteweyî" ku wê 14'ê Çileyê roja Yekşemê bê lidarxistin, bibin.   Piştevaniya Mor wê di 14'ê Çile de li Muzeya Gazhane ya Kadikoyê sempozyûmek bi navê "Di Krîza Kapîtalîzma Patrîarkal de Tecrûbeyên Têkoşîna Femînîst a Navneteweyî" li dar bixwe. Di sempozyûmê de, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Jin bi Hev re bi Hêz in, Jinên Ciwan ên Kampusê û gelek jinên qada kedê wê weke qiseker beşdar bibin.   Pêşniyarên tevgera jinên Kurd ji bo têkoşîna femînîst   Sempozyuma ku dê bi axaftina vekirinê û nîşandana sînevîzyonê dest pê bike dê rojekê bidome. Ji Polonya, Îtalya, Lubnan, Fransa, Îran û Tirkiyeyê axaftvan dê tevli sempozyûmê bibin,   'Rêyek heye!'   Piştevaniya Mor der barê sempozyûmê de li ser hesabê xwe yên medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û got, "Di van demên ku kapîtalîzma baviksalarî ya ku xweza û mirovahiyê ber bi tunebûnê ve dibe li her derê cîhanê, xwe bi şêweyên cuda yên îstîsmarê, şer, şîdeta mêran nîşan dide. Em dixwazin li ser pratîkên çalakiya têkoşîna femînîst a rêxistinkirî ku pêşiya me ronî dike ji têkoşîna femînîst û tevgera jinan a li Tirkiyeyê re bibin bersivê, mînak û nîqaşan pêşkêş bikin û bibêjin 'rêyeke din heye'."    Ji bo hemû jinan bang    Piştevaniya Mor hemû jina vexwendin sempozyuma ku dê di 14'ê Çile roja Yekşemê li Kadikoyê bê lidarxistin.