DEM Partî li bajarên Serhedê ji bo pêşhilbijartinê amade ye 2024-01-12 09:07:33     WAN - Ji bo hilbijartinên herêmî di 13 û 14’ê çileyê de li bajarên Kurdistanê dê pêşhilbijartin bên lidarxistin û delege wê dengê xwe bi kar bînin. DEM Partî ji bajarên Serhedê ji bo hilbijartinê amade ye û dê delege biçin ser sindoqan.   Ji bo hilbijartinên herêmî yên ku di 31’ê Adarê de bê lidarxistin, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 13'ê çileyê de pêşhilbijartinê li dar bixe û ji bo pêşhilbijartinê rojek ma. Li gor encamê wê bimîne tûra duyem. Wê pêşhilbijartin di navbera saet 08.00-16.00'an de bê lidarxistin. Li bajarên Kurdistanê ku dê sindoq bên danîn, beriya bikaranîna dengan dê bernamzet xwe bidin nasîn. Piştî xwenasînê dê delege dengê xwe bi kar bînin. Ji bernamzetan kîjan zêde deng bigirin dê di hilbijartinên 31’ê Adarê de wek namzetên DEM Partî bên diyarkirin û biçin hilbijartinê.   Bajar û sindoqên ku dê li herêma Serhedê deng bên bikaranîn wiha ne:   Wan   Li Eywana Dawetê ya Vîlla Park a Rêya Armûşê dê li ser 15 sindoqan deng bê dayîn. Li Tûşbayê jî dê li Eywana Dawetê ya Alyansê 5 sindoq bên danîn û deng bên bikaranîn. Di 6 sindoqên ku dê li Eywana Dawetê ya Masal a Artemêtanê bên danîn de dê deng bên dayîn. Li Eywana Dawetê ya Yeşîlçam a li Ebexê dê li ser 3 sindoqan deng bên dayîn. Li Şaxê jî dê li qehwexaneyeke navçeyê sindoq bê danîn û deng bê dayîn. Li avahiya navçeya Payîzava ya DEM Partiyê 2 sindoq dê bên danîn û delege biçin ser sindoqan. Dê li Eywana Civînê ya Bajêr a Elbakê deng li ser 2 sindoqan bê dayîn. Wê li Eywana Vîzyontele ya li Navenda Perwerdeya Gel a Westanê sindoqek bê danîn. Li navçeya Bêgirê jî li avahiya Partiya DEM’ê dê sindoqek bê danîn. Li Qelqelî dê li Eywana Dawetê ya Çelîkyayê 3 sindoq bên danîn. Li avahiya navçeya DEM’ê ya Seravê wê sindoqek bê danîn. Li Mîksê dê sindoq neyê danîn û namzet ji aliyê komîsyona hilbijartinêve bên diyarkirin.   Îdir   Li navenda bajarê Îdirê li Buroya Hilbijartinê ya Zagrosê û li avahiya navçeya Tozanê jî li avahiya DEM Partiyê dê sindoq bên danîn. Li aliyê din dê delege li avahiyên Partiya DEM’ê yên li bajarokên Hoşhaber û Halfelî ya girêdayî Îdirê ne biçin ser sindoqan.   Erzirom   Li navenda bajarê Erziromê ku sindoq nayê danîn, li 4 navçeyên wê dê sindoq bên danîn. Wê sindoqên dengdanê li Eywana Qehwexaneya Çewlikê ya Xinûsê, li Eywana Dawetê ya Tema ya li Gogsî, li avahiya navçeya DEM’ê ya Tatosê û li Eywana Pastexana Klas a li Qereçobanê bên danîn.   Mûş   Li navenda bajêr û 3 navçeyên Mûşê dê sindoq bên danîn û dê delege dengên xwe bidin. Delege wê li Eywana Dawetê ya Asmalî Konak a li navenda Mûşê, li avahiya navçeya DEM’ê ya Milazgir, li Eywana Dawetê ya Gimgim a navçeya Gimgimê, li Otela Grand Serhadhan a li Kopê namzetên xwe diyar bikin.   Agirî   Li navenda bajarê Agirî û 7 navçeyan dê delege biçin ser sindoqan. Li Agirî Eywana Dawetê ya Aydemîr, li navçeyên Tutax, Xemûr, Zêdkan, Avkevir û Giyadînê jî de li avahiyên DEM Partî sindoq bên danîn û pêşhilbijartin bên kirin. Li Bazîd û Patnosê jî hîn cih ne diyar e.   Qers   Li Qersê pêşhilbijartin nayê kirin û namzet ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiya Qersê ve wê, bên diyarkirin.   Bedlîs   Li navçeyên Norşîn li Eywana Çay Otesi Kafe, li Tetwanê Eywana Dawetê ya Aşiyan, li Xelatê eywana çayê û li Xîzanê jî li avahiya DEM Partiyê dê sindoq bên danîn.   Erdexan   Wê sindoqên dengdanê li avahiya navendê ya DEM’ê ya Erdexanê bên danîn û delege namzetên hevşaredarên Erdexanê diyar bikin.