Hinceta daxistina ceza: Zarok nikaribû balê bikşîne ser kite kiteyên bûyerê 2024-01-12 09:02:56     Şehrîban Aslan   RIHA - Dadgehê ji bo gumanbarê destdirjiyê M.S ku li navçeya Wêranşarê salekê destdirêjiya zayendî li zirxwişka xwe kiribû, hinceta daxistina ceza aşkera kir. Dadgehê got dema ji zarok xwestine ku balê bikşîne ser kite kiteyên bûyerê, zarok bersivên bi nakok dane û ev wek hinceta daxistina ceza nîşan dan.   Li Wêranşar a Rihayê kesê bi navê M.S salekê destdirêjî li zirxwişka xwe kir û di 21’ê Gulana 2021’ê de hatibû binçavkirin û piştî îfadeyê hatibû berdan. Li M.S ji sûcê li ser hev destdirêjiya zayendî’ lêpirsîn hat vekirin û di lêpirsînê de biryara ‘cih li lêpirsinê tune ye’ hat dayîn. Yek ji parêzera dosyayê hevseroka giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn,  îtîrazî biryarê kir. Dadgeriyê îtîraz di cih de dît û biryar da ku doz li Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin. Piştî biryarê der barê M.S îdianame hat amadekirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Wêranşarê ve hat qebûlkirin. Der barê M.S de ji sûcê ‘ li ser hev destdirêjî li zirxwişka xwe kiriye’ doz hat vekirin.   Di rûniştina dozê ya 13’ê Mijdara 2023’yan de dadgehê 15 sal ceza birîn. Heyeta dadgehê ‘daxistina ceza ya temen’ pêk anî û daxistin 8 sal û 4 mehan. Di biryara bi hincet a dadgehê aşkera kir de hat gotin ku di rapora nirxandina hevdîtina edlî ya dîroka wê 25’ê Gulana 2021’ê de der barê ku bi îfadeyên zarok îtîbar tê kirin an na de nêrîn nehatiye destnîşankirin.   Di biryarê de tê dîtin ku bi îfadeya zarok bawer nakin û wiha tê gotin:  “Bi awayekî ku mexdûr vegotiye zarokê ber bi sûc hatiye birin, îdiaya ‘îstîsmara zayendî ya zarok’ nayê dîtin. Di dosyayê de tenê gotinên mexdûrê hene. Der barê cîrana ku tê gotin pêşî li îstîsmarê girtiye de agahî tune ye. Ji ber vê îdia ne şênber e. Hatiye qebûlkirin ku îdiaya teşebusa îstîsmara zayendî subut nedîtiye. Hatiye îdiakirin ku ji carekê zêde çalakiya wek îstîsmara zayendî hatiye kirin. Îfadeya mexdûrê, îfadeya dayika tevli bûye, îfadeyên bav bi hev re hatine nirxandin.”    Dadgehê got dema ji zarok xwestine ku balê bikşîne ser kite kiteyên bûyerê, zarok bersivên bi nakok dane û ev wek hinceta daxistina ceza nîşan dan.