ROJEVA 12'YÊ ÇILEYA 2023'YAN 2024-01-12 09:00:00     * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku xitimandina modernîteya kapîtalîst bi berfirehî nirxand, diyar kir ku li Rojhilata Navîn hema bêje ti welatekî ku pirsgirêkan dernekeve nîne û destnîşan kir ku modernîteya kapîtalîst û dewletên netewe yên ku dibin sedema qeyranan wekî çareseriyan  nayên pêşkêşkirin. DOSYA    *Dadgehê ji bo gumanbarê destdirjiyê M.S ku li navçeya Wêranşarê salekê destdirêjiya zayendî li zirxwişka xwe kiribû, hinceta daxistina ceza aşkera kir. Dadgehê got dema ji zarok xwestine ku balê bikşîne ser kite kiteyên bûyerê, zarok bersivên bi nakok dane û ev wek hinceta daxistina ceza nîşan dan.   * Murray Bookchîn xweza duyemîn, wek xweza çandî, civakî û polîtîk vedinasîne. Diyar dike ku  mirovahiyê bi zanebûn mudaxaleyê xweza yekemîn kiriye û bandor lê kiriye û pêşketina xwezaya duyemîn di esasê vê de pêş ketiye. JI NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Jinan bertek nîşanên êrîşên Tirkyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: “Çi karê dewletê li Rojava heye? şer li dijî Kurdan dane destpêkirin. Çareserî di destê serokatiya me de ye. Bila Abdullah Ocalan berdin û çareserî pêk bê. Me jinên Kurd û gelê Kurd  dest ji têkoşîna berneda û ji vir şûnde jî dest jê bernadin. Em ê aştiyê ava bikin.” DÎMEN HEYE   * Mamosteya Wargeha Mexmûrê Mariya Bozan, diyar kir ku pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ya ku li 74 navendên Ewropayê hatî destpêkirin girîng e, êdî fikr û ramanên Abdullah Ocalan gerdûnî bûye û got: "Li Mexmûrê jî nobed bi koma 36'an di roja 178'an berdewam dike û em ê bi yek dengî têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin." BI DÎMEN    *Ji bo hilbijartinên herêmî di 13 û 14’ê çileyê de li bajarên Kurdistanê dê pêşhilbijartin bên lidarxistin û delege wê dengê xwe bi kar bînin. DEM Partî ji bajarên Serhedê ji bo hilbijartinê amade ye û dê delege biçin ser sindoqan.