Hevşaredarên berê yên Colemêrgê hatin tahliyekirin 2024-01-11 20:15:24   COLEMÊRG - Hevşaredarên berê yên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nurullah Çîftçî ku girtî bû hatin tahliyekirin.   Hevşaredarên berê yên Colemêrgê Dîlek Haîpoglu û Nurullah Çîfçî ku 14’ê Tebaxa 2015’an de bi hinceta tevli daxuyaniyên rêveberiya xweser  bûne hatin binçavkirin û 23’ê tebaxa 2015’an de hatyin girtin. di 25’ê Adara 2016’an de bi îdiaya ‘yekitiye dewletê xera kirine’ her yekê 15 sal ceza lê birîn. 16’emîn Daîreya Cezayê cezayê li 8 kesan hatibû birîn xera kir û di 26’ê Çileyê 2018’an de her yekê 11 sal û 3 meh ceza birî.  Parêzeran serî li Dadgeha Destura Bingehîn da.    Dosya ji nûve li 2’emîn dadgeha ceza giran a Colemêrgê hat dîtin. Piştî darizandinê dîsa her yekê 11 sal û 3 meh ceza hat birîn. Dîlek ya li girtîgeha Sîncanê girtî bû û Nurullah jî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê girtî bû piştî 9 salan hatin tahliyekirin.