Nobeta Edaletê ya li Mêrsîn û Edeneyê didome 2024-01-11 16:34:09     MÊRSÎN/EDENE - Nobetên Edaletê yên li Mêrsîn û Edeneyê bi tevlîbûna gelek kesan di roja 39'emîn de dewam kirin.    Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 34 meh in tu agahî jê nayên girtin, di 27’ê mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya demkî û dorveger dabûn destpêkirin.  Çalakî di roja 46’emîn de berdewam dike.    Malbatên girtiyan jî di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li Amed, Wan, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê çalakiyên Nobeta Edaletê dane destpêkirin û çalakî didomin.     Mêrsîn   Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî 39 roj in didome. Îro jî gelek kes hatin serdana çalakiyê. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca û gelek kesên pê re hatin serdana nobetê. Perîhan, di çalakiyê de got ku berxwedana dayikan a li dijî tecrîdê û “pergala faşîst” a vê polîtîkayê dimeşîne didome. Perîhan, anî ziman ku ji bo edalet û aştiyê heta niha bedelên giran hatine dayîn û diyar kir ku ew xwedî li çalakiya nobetê derdikevin.    Piştî axaftinan, çalakiya bi guhdarîkirina dengbêjan dom kir.    Edene   Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 39’emîn de berdewam kir. Hevserokên DEM Partiyê yên navçeya Seyhanê Fatma Çatikkaş û Şefîk Ozbey û rêveberên navçeyê hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Biji berxwedana zindanan" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.    Ji welatiyên hatin serdanê Bedrî Şengul pergala tecrîdê ya li Îmraliyê rexne kir. Şengul, got ku ji bo aştî û edalet bê welêt divê tavilê tecrîd bê rakirin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocala ji hêla fîzîkî ve azad bibe.