Rûniştina Halîse Aksoy sibehê ye 2024-01-11 09:05:20     Şehrîban Aslan   AMED - Halîse Aksoy a bi îfadeyên Umît Akbiyik hat girtin, runiştina wê sibê tê dîtin. Parêzera wê Zeynep Karayilan banga xwedîderketina li runiştinê kir.    Halîse Aksoy ku bi kargoyê hestiyên kurê wê Agît Îpek teslîmî wê hatibûn kirin, bi îfadeyê Umît Akbiyik ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat girtin. Halîse Aksoy a 56 salî hîna girtî ye. Der barê wê de bi îdiaya  ‘endamtiya rêxistinê’ ji 7 salan û 6 mehan heta 15 salan ceza tê xwestin. Yekemîn runiştina wê di 6’ê cotmeha 2023’an de li 10’emîn Dadgeha Ceza Giran a Amedê hat dîtin. Beriya runiştina duyemîn parêzera wê Zeynep Karayilan axivî.   ‘Tevî îfadeyên bi nakok nehat berdan’   Zeynebê pêvajoya lêpirsîn û dozê bi bîr xist û balkişand ser îfadeyên şahidê eşkere yê di runiştina yekemîn de. Zeynebê wiha daxuyand: “Şahid îdia kir ku Halîse Aksoy mala xwe wek ‘mala bi ewle’ bi kar tîne. Dema em li dosyayê dinêrin tevî ev îfadeyên şahide îtîrafkar bi nakokin jî heyeta dadgehê biryara berdewamkirina girtina Halîseyê da.”   Runiştina duyemîn di 12’ê Çile de ye   Zeynebê di berdewamiyê de bi lêv kir ku Halîse di çarçoveya dosyayê de 9 mehe girtî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di pêvajoya girtinê de nexweşiyên Halîseyê berdewam kirin. Rewşa wê her diçe xera dibe. Halîse ji çavên xwe nexweşe. Berê çend caran ji çavên xwe emelyat bûye. Şertên girtîgehê wê didin zorê. Nexweşiyên wê yên din jî hene. Ji ber van nexweşiyan çend caran rakirine nexweşxanê. Tevî vê nayê berdan. di 12’ê Çileyê 2024’an de saet di 09.45’an de wê runiştina duyemîn bê dîtin. Ez banga xwedî derketinê li hemû saziyên jinan û saziyên demokratîk dikim. Bila bi dayika Halîse re bikevin piştevaniyê.”