R0JEVA 11'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-11 09:00:00     *Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rola dewlet-netew a şîe ya Îranê ya li Rojhilata Navîn û hegemonyaya ku pêk hatiye nirxand û diyar kir ku ger çareseriya pirsgirêkan were rojevê, dibe ku ji sîstemê qutbûneke radîkal çêbibe û modernîteya demokratîk bikeve dewrê. DOSYA   *Di pêşhilbijartina ku wê DEM Partî ji bo bijartina namzedan li Wan û navçeyên wê di navbera 13-14'ê Çileyê de li dar bixwe,  nêzî 13 hezar delege wê deng bi kar bînin. Berdevka Jinan a Komîsyona Hilbijartinê Hatîce Oktay, destnîşan kir ku ew şaredariyên demokratîk û azad ava dikin û diyar kir ku gel wê îradeya xwe li ser sindoqan diyar bike. DÎMEN HEYE   * Nivîskar Ayşegul Devecîoglu ku îmze avêt binê deklerasyona ‘Em bibin dengê aştiyê’ wiha got: “Li vî welatî hebûna lîderekî wek Abdullah Ocalan,  ji aliyê gelê Kurd ve qebûlkirin û ji aliyê vî lîderê ve daxwazakirina aştiyê şansekî mezin e. Berovajî vê jî mirin û kuştin e. Ez bang li hemû civakê dikim ku li dijî polîtîkayên şer di daxwazên aştiyê de bibin yek.” DÎMEN HEYE   *Jinên piştgirî dan Nobeda Edeletê diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şerma serdemê ye û gotin muxatabê çareseriyê Abdullah Ocalan e. Jinan ji bo azadiya Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar kir. DÎMEN HEYE   * Halîse Aksoy a bi îfadeyên Umît Akbiyik hat girtin, runiştina wê sibê tê dîtin. Parêzera wê Zeynep Karayilan banga xwedîderketina li runiştinê kir.    *Çavîyên Munzurê ku li kontarên çiyayê Munzurê cih digirin û di qirkirinê de gel di hembêza xwe de veşartin, ji efsûnan re bû mijar, li dijî rantê li ber xwe didin û di çar demsalî de bi xweşikahiya xwe bandorek mezin li ser mirovan dikin.