Bernamzetên DEM Parti yên Wanê xwe dan nasîn 2024-01-10 22:36:05   WAN - DEM Partiyê bi bernameya ‘bernamzetên me diaxivin’, bernamzetên hevşaredariya Wanê di weşana zindî de dan nasîn.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti),beriya pêş hilbijartina ku wê 13-14’ê Çile de pêk bîne, bernamzetên xwe bi bernamzeya zindî ya ‘bernamzet diaxivin’ derdixe pêşberî gel.   Bernameya ewil bi bernamzetên hevşaredariya bajarê mezin a Wanê hat destpêkirin. Civîn bi moderatoriya rojnameger Serdar Altan  li ser hesabên çapemeniya dijital a partiyê û kanala youtubê hat weşandin. 3 jê jin 12 bernamzetî bi dorê hem xwe hem jî projeyên xwe dan nasîn.   Ji bo her bernamzetî 5 deqe dem hat dayîn û bernamzetan bang li gel kirin.