DEM Partî bernamzetên xwe bi gel re tîne gel hev 2024-01-10 17:52:37   NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partî, beriya hilbijartinên herêmî bernamzetên hevşareadariyê ku wê bi dengdayîna gel bê hilbijartin di 11 û 12’ê Çile de bi gel re bîne gel hev.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti),beriya pêş hilbijartina ku wê 13-14’ê Çile de pêk bîne, bernamzetên xwe wê bi gel bide nasîn. Bernamzetên jin yê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê 11’ê Çile de ya Mêrdînê jî wê 12’ê Çile de di weşana zindî de bidin nasîn.   Xebatên DEM Partî yên hilbijartinan didome.