Li Mêrsînê çalakiya xizmên girtiyan 2024-01-10 16:42:24     MÊRSÎN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Mêrsînê ku di pêşengiya Çukurova TUHAY DER'ê de hatibû destpêkirin bi serdanan dewam kir.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî 38 roj in didome. Dayikên  Aştiyê jî di nav de gelek kes îro hatin serdana nobetê.    Ji çalakvanan endama Meclisa Dayikên Aştiyê Adîle Bakrak têkildarî armanca nobetê axivî. Adîle, da zanîn ku têkoşîna wan 38 roj in didome û ev tişt anî ziman: “Sedema vê çalakiyê, zilm û neheqiya li ser me tê meşandin e. Zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Me zarokên xwe di nava xizaniyê û bi rondikên çavên xwe mezin kirin. Divê em li dijî vê zilmê bi destên hev bigirin û ji bo ku zarokên kurd, ereb, tirk, faris û eceman nemirin têbikoşin. Daxwaza me aştî ye. Banga min ji bo hemû dayikên li Mêrsînê ye. Bila dayik bi destên hev bigirin û di vê peywirê de cih bigirin. Bila zarokên me li girtîgehê û li leşkeriyê nemirin. Nifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Bila li Îmraliyê hevdîtin bên kirin. Wê demê dê gelek tişt çareser bibin. Lê destûra hevdîtinan nadin.”    Çalakvanan di dema nobetê de stranên bi kurdî û berhemên helbestvanê kurd Cegerxwîn gotin. Di dema çalakiyê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.