Nobeda Edaletê ya li Stenbolê berdewam e 2024-01-10 16:42:02     STENBOLÊ - Çalakiya Nobeda Edaletê li Stenbolê ku hatiye destpêkirin di roja 29'an de dewam dike.   Nobeta Edaletê ya Stenbolê ku xizmên girtiyan  li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Esenlerê dabû destpêkirin îro jî berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Ji dayikên lehengan ji bo zindanan bi hezaran silav. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişikînin û jiyana azad ava bikin” hate vekirin.    Xizmên girtiyan di çalakiyê de li çepikan xistin, tililî avêtin û stran gotin. Her wiha dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo”  hatin berzkirin.    Di çarçoveya piştevaniya bi xizmên girtiyan re de gelek kes hatin serdanê. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Bagcilar, Bakirkoy û Gungorenê jî hatin serdana çalakvanan.    Ji xizmên girtiyan ku di çalakiyê de cih digire Fînce Akman got ku zêdetirî meheke nobetê digirin û ev tişt anî ziman: “Divê her kes xwedî li girtiyan û birêz Abdullah Ocalan derkeve. Jixwe armanca çalakiya me jî zarokên me û birêz Ocalan e. Em dibêjin ku ev sê sal in agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. CPT çima rola xwe nalîze? Çima CPT û her kesî xwe kerr, kor û lal kiriye. Ev ne tenê pirsgirêka kurdan, pirsgsirêka dewletê û her kesî ye. Em nabêjin tenê bila tecrîda rabe, em dixwazin birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve jî azad bibe.”