Nobeda Edaletê li Wanê di roja 37'an de ye 2024-01-10 14:15:42     WAN - Nobeda Edaletê ya li Wanê bi piştevaniyê di roja 37'an de dewam dike. Parlementerê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek,  got, "Divê birêz Ocalan azad be."   Nobeda Edaletê ya ku li Wanê ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran ve (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd li Wanê  di roja 37'a de bi serdanan dewam dike. Çalakiya nobedê ya li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê didome, Parlamenterên Partiya Wekhvî û Demokrasiyê (DEM Partî)  û bernamzetên Hevşaredariyê yên Westanê ên DEM Partiyê serdana wê kirin.     'Divê Birêz Ocalan azad bibe'   Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyûrek di çalakiya nobetê de axivî û diyar kir ku dayikên girtiyan li gelek cihan nobetên Edaletê digirin û wiha got: “Dewlet dibêje qanûn  hene, lê edalet tune ye. Girtiyên di greva birçîbûnê de ne, dizanin ku çiqas îşkence heye. Îro jî girtî 45 roj in di greva birçîbûnê de ne. Ya ku girtî dixwazin ew e ku tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Mafê her girtiyekî heye û mafê birêz Ocalan jî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. 25 sal in girtî ye, çima hêj girtî ye? Pêwîste birêz Öcalan azad bibe. Divê daxwazên girtiyan pêk bên û tecrîd di zûtirîn demê de bê rakirin."