Meşên ji bo bîranîna pakrewanên Komkujiya Parîsê dest pê kirin 2024-01-09 12:31:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Li kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê meşên ji bo bîranîna pakrewanên Komkujiya Parîsê dest pê kirin.   Li kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylamez (Ronahî) meşan dest pê kir.   Jinan wêneyên şehîdên her du komkujiyên Parîsê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hildan, her wiha pankartên “Bi rihê şehîdên Parîsê em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin” vekirine.