Di Nobeta Edaletê de peyama bidawîkirina tecrîdê 2024-01-08 18:47:53   MÊRDÎN - Nobeta Edaletê ya duh li Mêrdînê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dest pê kir, di roja duyemîn de jî li avahiya DBP’ê ya bajêr berdewam kir. Di nobetê de peyama bidawîkirina tecrîdê hat dayin.    Nobeta Edaletê ya duh li Mêrdînê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dest pê kir, di roja duyemîn de jî li avahiya DBP’ê ya bajêr berdewam kir. Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk û şandeya pê re, endamên KESK,ÎHD, Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’ê serdana nobetê kirin. Saziyên serdana nobetê kirin, diyar kirin ku piştgiriyê didin Nobeta Edaletê û dan zanîn ku ji bo daxwaz werin bicihanîn dê bikevin nava hewldanan.   Yek ji malbata di Nobeta Edaletê de Turkan Dûrç, bal kişand ku li dijî tecrîdê di nobetê de ne û wiha got: “Nobeta me ya li vir ji bo Serokatiyê ye. Heta ku Serokatî ji vê tecrîdê dernekeve ne girtîgeh ne jî miletê kurd dikare azad bibin. Daxwaza me jî ev e. Ji bo gelên bindest hevî Serokatî ye. Aştî û wekheviyê dixwaze. Em jî ji bo ku tecrîd were rakirin têdikoşin.”   Turkan, diyar kir ku Meclisa Dayikên Aştiyê bi banga Ocalan hate avakirin û armanca wan ew e ku di avakirina aştiyê de roleke bi bandor bilîzin û wiha berdewam kir: “Em hebûna gelê kurd diparêzin. Em ji bo vê têdikoşin. Em li dijî kesên ku dibêjin gelê kurd nînin li ber xwe didin. Piştî hemû şeran aştiyek tê avakirin. Weke li her derê aştiya bi kurdan re jî neçar e. Ji ber vê yekê em aştiyê dixwazin. Bi dayikan re aştî dê baştir çêbibe. Dema li gundan jî şerek çêdibû me laçika li serê xwe diavêt erdî û ew şer dida sekinandin. Ji ber vê yekê em bûn Dayika Aştiyê. Ji bo ku vî şerî bidin sekinandin. Em jî weke her gelî dixwazin bijîn. Ji ber vê yekê em îro li vir di çalakiyê de ne.”