Li Mêrsîn û Edenê Nobeta Edaletê 36 roj in didome 2024-01-08 16:29:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Edene û Mêrsînê çalakiya Nobeda Edaletê di roja 36'an de berdewam dike. Di çalakiya îro de çalakvan peyama berdewamkirina çalakiyê dan.    Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn, Edenê û Îzmîr bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edealetê kirin.     Nobetên li Edene û Mêrsînê pêk hatîn, bi serdanan berdewam dike.    Edene    Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Akdenîzê (AATUHAY-DER) li Edeneyê hatiye destpêkirin di roja 36'an de ye. Gelek kes serdana çalakiyê kir û peyama mezinkirina piştevaniyê dan.    Mêrsîn    Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Çukurova TUAY-DER'ê ve li Mêrsînê hatiye destpêkirin 36 roj in dewam dike. Meclisa Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê serdana çalakiya îro kirin. Di çalakiya nobetê de bê navber dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.    Dayika girtiyan Zelîha Kaya di çalakiya nobetê de axivî û got: “Em dixwazin tecrîd têk biçe. Bila girtiyên di girtîgehê de serbest bên berdan. Em aştiyê dixwazin."