Ji çalakiya nobedê banga piştevaniyê mezin bikin 2024-01-08 16:08:22     STENBOL - Ciwanên beşdarî Nobeda Edaletê ya ku li Stenbolê berdewam dike bûn, destnîşan kirin ku ew di têkoşîna xwe de bi biryar in û peyam dan ku ew ê piştevaniyê mezin bikin.   Di çarçoveya kampanyaya bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hatiye destpêkirin, Nobeda Edaletê ku di 13'ê Kanûnê de li Stenbolê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER)  û   xizmên girtiyan ku hatibû destpêkirin di roja 27'an de didome. Endamên Meclisa Ciwanên DEM Partiyê jî beşdarî çalakiya nobedê ya ku li Rêxistina Navçeya Esenler a Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) bûn û gelek kesî jî serdana çalakiyê kirin.   Li salona DEM Partiyê ya Navçeya Esenler a ku nobeda  Edaletê lê tê girtin, bi Kurdî û Tirkî pankartên “Em ji bo avakirina jiyana azad tecrîdê bişkînin, em bibin dengê zindanan" hatine daliqandin. Di nobetê de pêşmalkên spî yên bi nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatin lixwekirin û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Ciwanan bi çepik û dirûşman li gel dayikan stranên kurdî gotin.   Girîngiya li ser têkoşînê   Di çalakiya nobetê de endamên Meclîsa Ciwanên DEM Pariyê axivîn, dîroka têkoşîna gelê Kurd bi bîr anîn û diyar kirin ku wan weke ciwan li dijî hemû êrîşên dewletê berxwedana xwe mezin kirine. Ciwanan peyam dan ku ew ê bi dayikên Kurd û gelê Kurd re her roj têkoşîna xwe mezin bikin.