Çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' di roja 43'yemîn de ye 2024-01-08 09:09:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 43'yemîn de didome.    Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Mêrdîn û Edeneyê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi "Nobeda Edaletê" kirin.     Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin di roja 43'yemîn de didome.