Jinên li Parîsê hatin qetilkirin li Sydneyê hatin bibîranîn 2024-01-07 19:42:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên di komkujiyên li Parîsê û Roboskiyê de hatin qetilkirin, li bajarê Sydneyê ya Awûstralyayê bi merasîmekê hatin bibîranîn.   Li bajarê Sydneyê ya Awûstralyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) ji bo kesên di  komkujiyên li Parîsê û Roboskiyê hatin qetilkirin merasîma bîranînê hat lidarxistin. Li qada bîranînê wêneyên jinên hatibûn qetilkirin, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin danîn.    Piştre Hevserokê DKTM’yê Tîmûr Tetwan axivî û komkujiyan şermezar kir. Tîmur, wiha got: “Ji bo geşkirina berxwedanê banga têkoşînê dikim.Tirkiyeyê damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Rêber Apo, jina Kurd a berxwedêr û Tevgera Azadiyê ya Kurd hedef girt. Difikirîn ku bi qirkirina Sarayan re wê têkoşîna me paşve bixin. Lê dema ku em li asta girîng a ku gelê me û têkoşîna me gihandiye dinêrin, em dibînin ku kujer nagihêjin armanca xwe. Bêguman ne Komkujiya Parîsê û ne jî Komkujiya Roboskiyê ya yekem bû dê ne ya dawî be jî. Weke gel em dikarin li dora Rêber Apo û PKK’ê bibin yek, têkoşîna xwe ya azadiyê li hemû cîhanê bilind bikin û ber bi serkeftinê ve bi rê ve bibin û nehêlin ku dijmin bigihêje armanca xwe. Bi vî rengî em dikarin têkevin ber komkujiyên nû.”   Bîranîn piştî nîşandana sînevîzyona Komkujiya Parîs û Roboskiyê, bi konsera muzîkê ya kurt a Hozan Xanemîr bi dawî bû.