Di Nobeta Edaletê de 6 jinên şoreşger hatin bibîranîn 2024-01-07 18:29:10   STENBOL- Di  nobeta Edaletê ya li Stenbolê de îro 6 jinên şoreşger yên Kurd ku li Parîs û Sîlopiyê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn.    Li Stenbolê çalakiya Nobeda Edaletê li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Esenlerê berdewam dike. Çalakiya ku 26 roj in didome de çalakvan pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin. Li cihê çalakiyê pankarta "Ji bo edaletê tecrîdê têk bibin, ji bo aştiya civakê jî bibin dengê zindanan" hat daliqandin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Ciwanan a DEM Partî, nûnerên DEM Partî yên Kagithane û Eyubê, hevserokê DEM PartÎ yê Senbolê Murat Kalmaz û gelek jin çûn serdana nobetê.    Bernameya bibîranînê   Di Nobeta Edeletê ya îro de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) Sakîne Cansiz, Fîdan doğan û Leyla Şaylemez yên di 9’ê Çileyê 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayîr yên di 4’ê Çileyê 2016’an de li Sîlopiyê hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Di bîranînê de aktîvîsta TJA’yê Hatîce Başkalane axivî.   Hatîceyê di destpêka axaftina xwe de kesên di komkujiya Parîs û Sîlopiyê de hatine qetilkirin bibîr anî û diyar kir ku jinên hatine qetilkirin di şexsê rastiya jinên Kurd de hedef hatine girtin. hatîceyê komkujî lanet kir û got: “Li hember heqîeta jina azad a Kurd şer dane destpêkirin.Ji ber tevgera jinên azad bûye hêviya rizgariya jinê û dibe ronahî. Peywira sereke ya me ev eku tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd bê şikandin û azadkirina wî ye.”   Bername bi dirûşme û çepikan bidawî bû.