‘Ji Tokat û Rîzeyê leşkeran wek hilbijêr tînin herêmê’ 2024-01-07 18:22:42   COLEMÊRG - Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez da zanîn ku gelek leşkerên li Rîze û Tokatê weke hilbijêr li bajarokê Bajêrgeyê hatine veguhestin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî liv û tevgera hilbijêran a li bajarokê Bajêrge ya navçeya Gever a Colemêrgê daxuyanî da. Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez bal kişand ser hilbijartinên giştî yên di sala 2023’yan de û wiha got: “Weke DEM Partiyê me hezar û 226 deng standin. Her wiha AKP’ê li Bajêrgeyê tenê 276 deng stand. Em dikarin bibêjin ku AKP li hemberî vîna gel tune bû.”    Barkirina leşkeran   Onur, destnîşan kir ku AKP’ê ev rewş ranegirtiye û ev agahî parve kir: “Piştî vê ferqê, AKP ji bo xespkirina vîna  gelê Bajêrgeyê serî li rêyên cuda da. Ji bajarên weke Rîze û Tokatê gelek hilbijêr ku tevek jî leşker in, veguhestine taxên bajarokê. Hewl didin îradeya gelê bajarokê bi dengên leşkerên ji Rîze û Tokatê anîne diyar bikin. Ev yek xespkirina îradeya gel e. Heke AKP ji xwe bawer be bila bi îradeya gel bikeve hilbijartinê û encamên rast bibîne. Mîna her devera Kurdistanê, em ê Bajêrgehê jî ji AKP’ê paqij bikin.”