Li Edene û Mêrsînê Nobeda Edaletê 2024-01-07 16:08:35   EDENE/MÊRSÎN - Çalakiyên Nobeda Edaletê ku li Edeneyê di pêşengiya AATUHAY DER û li Mêrsînê jî di pêşengiya Çukurova TUAY -DER'ê de hatin destpêkirin di roja 35'an de dewam kirin.   Li Edeneyê Nobeda Edaletê ku di pêşengiya Komeleya Malbatên Girtî û Hukumxaran (AATUHAY-DER) hat destpêkirin ket roja 35'an. Çalakiya ku li avahiya komeleyê tê lidarxistin gelek Dayikên Aştiyê tevli bûn. Rêbirên DEM Partiyê jî serdana çalakiyê kirin. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî hat kirin.   Mêrsîn    Li Mêrsînê jî çalakiya nobedê ku di pêşengiya Komeleya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) de hat destpêkirin 35 roj li dû xwe hiştin.  Gelek Dayikên Aştyê tevli çalakiyê bûn û çalakiyê bi stranên kurdî dewam kir.