Dayîkên Aştiyê yên Geverê serdana Nobeta Edaletê kirin 2024-01-07 14:12:52   WAN – “Nobeda Edaletê” ya li Wanê dı roja 34’an de bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” berdewam dike de.  Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Geverê serdanê çalkiyê kirin. Di çalakiyê de banga bidawîkriina tecrîdê hat kirin û peyama “Em jiyanek û welatekî azad dixwazin” hat dayîn.     Nobeta Edaletê ya li Wanê ku ji bo piştgiriya pêngava “Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” û ji bo piştevaniya çalakiyên grevên birçîbûnê yên li zindanan dest pê kir di roja 34’an de berdewam dike. Rêveberiyên DEM Partiyê yên navçeya Tûşbayê û Geverê, Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hûnerê (Arsîsa), Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê û endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya navçeya Gever a Colemêrgê û gelek kesî serdana çalkiyê kirin.     ‘Jiyana azad bi kedê pêkan e’   Di serdanê de Dayîka Aştiyê Mehsîma Yaşar axivî. Mehsîma, çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dest pê kiriye slav kir û got ku divê hemû malbat û kes piştevaniya vê çalakiyê bikin. Mehsîma, destnîşan kir ku divê girtî bi tenê neyên hîştin û wiha pê de çû: “Divê em vê tecrîdê bidin bidwîkirin. Ji bo ev tecrît bê bidawîkirin bi taybetî barekî mezin li ser milê me dayîkan e. Heta kesên ku çav û gûhên xwe girtine me bibihîzin em ê vê berxwedanê bidomînin. Heta armanca me pêk bê ev berxwedan dê berdewam bike. Bila dengê girtiyan bibihîzin. Ger ku em di malên xwe de rûnên ev tecrît nayê bidawîkirin. Em welatekî azad û jiyanek azad dixwazin. Ev jiyana azad jî bi kedê pêkan e. Em vê têkoşîna xwe heta dawiyê bi didomînin û heta ku azadî pêk bê em ê kedê bidin.”   Çalakî di roja 34’an de bi stran, serdan û dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” berdewam kir.