Hîlala Zêrîn pakrewanên komkujiya Parîsê bi bîr anîn 2024-01-07 13:30:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Hîlala Zêrîn bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya yekemîn a Parîsê bi bîr anîn û diyar kirin ku berxwedana jinên têkoşer vekirina rêya azadiyê bû.   Tevgera Hîlala Zêrîn a çanda jinan bi munasebera salvegera 11'emîn a Komkujiya Parîsê, daxuyaniyek li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo da. Daxuyanî bi amadebûna endamên bi dehan jinan ji aliyê endama Hunergeha Welat Zîlan Mecîd ve hat xwendin.   Zîlan Mecîd şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, her wiha jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ên di qedexeya derketina derve ya 2016'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji aliyê dewleta tirk hatibûn şehîdxistin, bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.   Zîlan Mecîd anî ziman ku hedefgirtina siyasetmedarên jin ji aliyê dewleta ve wê îradeya wan neşkîne û wiha domand: "Jiyana kesayetên weke heval Sakîne û rêhevalên wê bi têkoşîn û berxwedana li hemberî desthilatdariyê tije û dagirtî bû. Berxwedana wan rêya azadiyê ji jinan re vekir û di cîhanê de bû sembol.”   Zîlan Mecîd da zanîn ku şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê xwe dispêre mîrasên dîrokî ya têkoşîna Tevgera Azadiyê û wiha domand: "Ji ber vê yekê rojane li herêmê jinên pêşeng ên şoreşê ku Sakîne Cansiz ji xwe re wek sembola berxwedanê didîtîn rastî êrîşên qirkirinê tên. Armanca dewleta tirk a qirker Kurdan qir bike, îradeya jinan bişkîne û xweseriya demokratîk ji holê rake.”   Zîlan Mecîd bal kişand ser komkujiyên ku li dijî jinên têkoşer hatine kirin û diyar kir ku ev  komkujî nîşaneya polîtîkayên qirkirina jinên Kurd û berdewama komploya navneteweyî ya li ser Abdullah Ocalan e. Zîlan Mecîd got: "11 sal di ser komkujiyê re derbas bûn, rayedarên dewleta Tirk a dagirker jî li xwe mukir hatin ku bi destê xwe bi awayekî plankirî ev komkujî pêk anîne. Tevî vê yekê jî dewleta Fransayê helwestek jî li hemberî dewleta Tirk a dagirker neda. Hetanî ku dewleta Fransayê hesab nepirse nikare xwe ji vê hevkariya Komkujiya Parîsê xelas bike."