Bêyî Rozerînê 9 sal: Dema Rozerîn hat dinê roj li mala min hilat 2024-01-07 09:05:13   Şehrîban Aslan   AMED - Rozerîn Çukur di 2016’an de li Amedê hat qetilkirin. Dayika wê Fahriye Çukur wiha got: “Hem keça min hat qetilkirin hem em hatin sûcdarkirin. Ev ne maf e ev ne hiqûqe. Destê keça min de pênûs û lênûsk  hebû. Em vê dijhiqûqiyê tu carê qebûl nakin.   Rozerîn Çukur ya 17 salî di 8’ê çileyê 2016’an de di qedexeyên derketina derve ya li Sûr a Amedê hatibû îlankirin hat qetibû qetilkirin û cenazeyê wê 5 meh şûnde dabûn malbatê. Lêpirsîna der barê mirina wê de hatibû vekirin jî di 2021’ê de biryara ‘cih ji lêpirsînê re tune’ hat dayîn. Di biryara ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin ku navê Rozerînê di hevdîtina bêtêlê ya navbera endamên Yekitiya Parastina Sivîl (YPS) de derbas bûye.    Di biryarê de van îfadeyan cih girt, “Rozerîn Çukur di dîroka bûyerê de di pevçûna bi hêzên ewlehiyê re derketiye miriye û ji hevdîtinên bêtêlê de tê dîtin ku tevli PKK-KCK’ê bûye û ji girtekên emniyetê jî tê fêmkirin, ji ber vê li ser navê gumanbaran cih ji lêpirsînê re tune (…)”   Di 9’emîn salvegera qetilkirina Rozerînê de, dayika wê Fahriye Çukur axivî.   ‘Ez bi Rozerînê re hînê jiyanê bûm'    Fahriyeyê daxuyakirin ku bêyî Rozerînê 9 sal derbas bûye û got her tim keça wê di hişê wê de ye. Fahriyeyê wiha got: “Rozerîn tu carê nayê jibîrkirin. Ne 8 sal 80 sal jî derbas be dilê min de ye keça min. Rozerîn ji bo min nemiriye. Bêyî Rozerînê tu tehma me tuneye. Çavkaniya kêfxweşiya me bû. Em ji tu tiştekî tehmê nagirin. Rozerîn ji bo me diyariya Xweda bû. Bi welidîna Rozerinê jiyana min guherî. Ez bi Rozerînê re hînê jiyanê bûm.”   Fahriyeyê bi lêv kir ku Rozerînê pir ji Sûr û wênekişandinê hez dikir û wiha daxuyand: “Bi taybet li ser Sûran kişandina wêneyan hez dikir. Ji xêzkirina wêneyan hez dikir. Hemû xêzên wê li malê ne. Rozerîn nexweşa dil bû. Dema dihat mal di pêleka ewil de rudinişt lingê xwe dirêj dikir. Bi salane ez li ser wê pêlekê rudinim û gotinên ‘Roza min, boza min’ dibêjim.   ‘Keça min qetilkirin, em sûcdarkirin’   Fahiyeyê axaftina xwe wiha bidawî kir: “Me tunebûna Rozerînê tu carê qebûl nekir. Her sal di salvegera qetilkirina wê de ez bi rojan ranazêm. Koltuxa ku her tim li ser rudinişt hebû. Ez dest nadim wê koltixê. Rozerîn wek rojê li mala min hilat. Tevî 16 salî bû pir jîr bû. Her titş dizanibû. Navbera wê û her kesî baş bû. Destê keça min de pênûsek û lênûsek hebû. Ez vê dijhiqûqiyê tu carî qebûl nakim. Bila kesên keça min qetil kirine derkevin holê.”