ROJEVA 07'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-07 09:00:00   * Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît, bi lêv kir ku desthilatdar bi girankirina tecrîdê re dixwaze peyamekî bide Gelê Kurd û got: "Ji bo jiyaneke azad, aştî û wekheviyê pêwîste pêvajoyeke çareseriyê bê destpêkirin û ev yek ji ji Îmraliyê derbas dibe."   *Abdullah Ocalan ku der barê qetilkirina sê şoreşgerên jin yên li Parîsê hatin qetilkirin de nirxandin kir diyar kir ku ev komkujiyek pir plankiriye û got: “Ji bo min hinceta şer bû. Sûîkasta Sakîneyê ji suikasta li Velîahdê Avusturyayê ya di Yekemîn Şerê Cîhanê de pêk hatibû, girantir e. Ji bilî min tu kes ji wan şert û mercên şer nikaribû xwe xilas bike. Ji bo min ev hemû dîtin, tevî ku giran bûn jî, min xebata li vir domand.”   *Di ser qetilkirina Sakîne Sanciz de 11 sal derbar bû. Hevala wê ya zarokatiyê û têkoşînê Aysel Dogan Sakîne wiha vedigot: “Destê wê de tu tiştek tunebû, tenê îradeya wê hebû. Ji xwe kesên îradeya wan tunebe baweriya wan jî tuneye. Bi du çekan têkoşîn da û biser ket.”    *Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gonul Uzunay xebatên pêvajoya serlêdanên bernamzetiyê nirxand û wiha got: “Bi piştevanî û piştgiriyên li dora bernamzetan pêş dikeve di serî de şaredariya bajarê mezin em talibe 13 şaredariyên li Wanê ne. Em bi îdiane em hêza xwe ji gel, ji jinan û hevalên xwe digirin.” BI DÎMEN    *Rozerîn Çukur di 2016’an de li Amedê hat qetilkirin. Dayika wê Fahriye Çukur wiha got: “Hem keça min hat qetilkirin hem em hatin sûcdarkirin. Ev ne maf e ev ne hiqûqe. Destê keça min de pênûs û lênûsk  hebû. Em vê dijhiqûqiyê tu carê qebûl nakin. BI DÎMEN    *Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Kanûnê 27 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 15 jin û 4 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. ÇETELEYA TUNDIYÊ