Li Berlînê ji bo Sara, Rojbîn, Ronahî meş pêk hat 2024-01-06 21:07:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Berlîn a  Almanyayê ji bo Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên ku 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin û ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizilê ku 23’ê Kanûna 2023’an hatin qetilkirin meş hat lidarxistin.   Meşa ku Meclîsa Jinan a Dest-Danê organîze kir ji qada Hermannplatzê destpê kir û li qada Oranîenplatzê bi dawî bû. Di şexsê kesên ku di komkujiyên Parîsê de jiyana xwe ji dest dane ji bo hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin.   Piştre daxuyanî hat xwendin. Berdevka Rêxistina Meclîsên Jinên Ezidî Nûrê Alkiş bertek nîşanî hewldanên qedexekirinê yên polîsan da û got: “Abdullah Ocalan bi paradîgmaya azadiya jinan her dem li ba me ye, dê her dem weke rêberê me bimîne.”   Parlamenterê Eyaleta Dîe Lînkeyê Ferhat Koçak axaftinek kir û destnîşan kir ku komkujiyên li Parîsê hatin kirin bi servîsa îstixbarayê ya dewleta Tirk ku bi NATO’yê re têkîldar e û dewleta Fransa darizandina kujerên vê komkujiyê li se rnavê ‘sirra dewletê’ diparêze.    Di meşê de dirûşmên “Sara,Rojbîn, Ronahî”, “Şehîd Namirin” hat berzkirin.