DAD: Em êrîşa nîjadperest û faşîst şermezar dikin 2024-01-06 19:03:37   ÎZMÎR/ENQERE - DAD'ê li Enqere û Îzmîrê bi daxuyaniyan nijadperestiya li hemberî xwendekarên Kurd-Elewî şermezar kir.   Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Şaxa Enqereyê, bi daxuyaniya çapemeniyê bertek nîşanî êrîşa nijadperest a sîstematîk a li ser xwendekarê Kurd û Elewî yên li Yûrgeha Zanîngeha Koçê dimîne, da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Giştî ya Cemxana Ana Fatma Melahat Teke ve hat xwendin.   Melehat Teke da zanîn ku di sala 2023’yan de herî kêm 208 êrîşên nijadperestî û marjînal li dijî Kurd, Elewî û penaberan pêk hatine û got, "Wek pêşbîniya van hemûyan, em her çendî bi derengî be jî bûyera lînçkirinê ya ku li Zanîngeha Koçê ku demeke dirêj ji raya giştî  dihat veşartin, hîn bûn.”   Melahatê ev pirs ji rêveberiya zanîngehê kir: "Li hemberî axaftinên nefretê yên ku ji aliyê parêzerê mexdûr ve hat eşkerekirin: “Qeydên deng ên wekî; ‘Tu nijadeke jêrîn î. Divê were kuştin kirin. Divê hûn qebûl bikin ku hûn kole ne. Divê hûn îtaat bikin. Ger hûn bikin. Ji vir dernekeve, em ê te bikujin' hûn çawa şîrove dikin? Li hemberî jêkirina rû, çav û zikê xwendekar we çi kir?  Gelo hûn di nava hewldana nixumandina bûyerê debûn?   Îzmîr   Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Şaxa Îzmîrê jî bi civîneke çapemeniyê nijadperestiya li hemberî xwendekarên Kurd-Elewî şermezar kir. Hevserokên DAD’ê Kadriye Dogan û Zeynel Kete jî beşdarî civînê bûn. Hevserokê DAD'ê yê Şaxa Îzmîrê Nebat Çelîk daxuyanî xwend û diyar kir ku hikûmet berdevkê polîtîkayên neo-Îttîhadparêz e û polîtîkayên ku bi armanca mezinkirina nifşeke kîndar û dîndar dimeşîne.   Nebat Çelîk anî ziman ku ew ê li hemberî êrîşên li dijî Elewî û Kurdan bêdeng nemînin.