Ji Nobeda Edaletê ya li Stenbolê banga piştevaniyê 2024-01-06 16:17:50     STENBOL - Li Stenbolê Nobeda Edaletê 25 roj in didome. Di çalakiya îro de banga hestiyarî û piştevaniyê li partiyên siyasî, sazî û rêxistinên sivîl hat kirin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin û 34 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. Ji bo piştevaniya kampanyayê jî di 27'ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin.    Her wiha bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê ji bo piştevaniya kampanyayê çalakiya "Nobeda Edaletê" hatin destpêkirin.   Li Stenbolê çalakiya Nobeda Edaletê li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Esenlerê berdewam dike. Çalakiya ku 25 roj in didome de çalakvan pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin. Li cihê çalakiyê pankarta "Ji bo edaletê tecrîdê têk bibin, ji bo aştiya civakê jî bibin dengê zindanan" hat daliqandin.    Îro Rêxistina DEM Partî ya navçeyên Fatîh û Zeynînburnû serdana çalakiyê kirin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Di çalakiyê de banga hestiyarî û piştevaniyê li partiyên siyasî, sazî û rêxistinên sivîl hat kirin.