Nobeda Edaletê li Mêrsîn û Edenê 34 roj in didome 2024-01-06 16:10:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mêrsîn û Edenê çalakiya Nobeda Edaletê di roja 34'an de bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” didome. Di çalakiyê de hat diyar kirin ku dê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin.    Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan li Edene û Mêrsînê ji bo piştevaniyê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin.    Edene   Li Edenê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) ve nobed hat destpêkirin û nobet 34 roj in berdewam dike. Çalakiya ku li avahiya komeleyê berdewam dike îro rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serdana çalakiyê kirin.    Çalakvan Fatma Çig, axivî û diyar kir ku di serî de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtî di bin tecrîdeke girankirî de nin û got: "Tenê daxwaza aştiyê dikin û naxwazin li vî welatî mirov bên kuştin. Em azadiya Rêberê xwe û girtiyên xwe dixwazin. Em ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin."    Her wiha di çalakiyê de xizmên girtiyan derbarê pergala darazê de skecek pêşkeş kirin. Piştî skecê çalakî bi dirûşma "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin.    Mêrsîn    Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) jî li Mêrsînê Nobeda Edaletê da destpêkirin. Çalakî 34 roj in bi serdanan berdewam dike. Dayikên Aştiyê yên ku tevlî çalakiyê bûn diyar kirin ku yekane daxwazên wan azadiya Abdullah Ocalan e.    Her wiha di çarçoveya çalakiya Nobeda Edaletê de dê îro panelek bi sernavê "Tecrîdê dê bi berxwedêran re biaxifin" tê organîzekirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Meryem Erbey û ji Bûroya Hiqûqê ya Asrinê parêzer Rezan Sarica dê tevlî panelê bibin.