Nobeta Edaletê ya li Wanê: Em ê têkoşînê mezin bikin 2024-01-06 15:27:08     WAN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Wanê di roja 33'yan de berdewam dike. Nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana çalakiya îro kirin û banga mezinkirina têkoşînê kirin.    34 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin. Di heman çarçoveyê de li 6 bajaran bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” çalakiya Nobeda Edaletê hatin destpêkirin.   Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan a li Wanê jî Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakiya ku li avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) berdewam dike 33 rojên xwe temam kir. Îro Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek welatî serdana çalakiyê kirin.    Rêveberê DEM Partiyê ya navçeya Artemêtanê Îlhan Hannarinci di çalakiyê de axivî û got: “Di demên dawiyê de dewletê gelek êrişên siyasî pêk anîn, lê ti encam negirt. Dewleta ku nekarî encam bigire berê xwe da girtîgehan. Her wiha li hemberî partiya me jî êriş pêk anî. Lê hemû êriş pûç bûn. Ez çalakiya Nobeda Edaletê silav dikim."   Çalakî bi sohbet û kilaman berdewam kir.