Piştevaniya ji bo Nobeta Edaletê mezin dibe 2024-01-06 09:05:24     Elfazî Toral    STENBOL - Jinên bi Nobeta Edaletê re di piştevaniyê de ne wiha gotin: “Têkoşîna girtiyan û dayikan ya me ye. Divê herkes piştgiriyê bide çalakiyê, hestiyar bin û xwedî li daxwaza azadiyê derkevin.”   34 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Tevî hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin. Bi heman daxwazê xizmên girtiyan jî dest bi çalakiya Nobeda Edeletê kirin. Li Stenbolê bi peşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER) di 13'yê Kanûnê de çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin û eleqeyek mezin didome.   Kesên ji bo piştevaniyê çûn serdana Nobeta Edaletê ji JINNEWS’ê re axivîn.   Heta encam bê girtin wê piştgirî bidome   Yildiz Eren da zanîn ku ew li gel malbat û girtiyan e û wiha vegot: “Bi pêngavê re em ligel girtî û xizmên girtiyane. Em ê her tim licem dayikan bin. Her tim em bi wan re têdikoşin. Ji bo vê jî îro em li vir dîsa bi wan re di piştevaniyê de ne û bi wan re di nobetê de ne. Malbat û girtiyên me ne bi tenê ne. Em ê têkoşînê bilind bikin."   ‘Em şûnde gavê navêjin’   Yildizê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku polîtîkayên şer yê desthilatdariyê didomin û wiha bi lêv kir: “Em li dijî polîtîkayên tecrîdê yên li ser Kurdan têdikoşin. Em aştî û demokrasiyê diparêzin. Daxwaza me di vî alî de ye. Bi hezaran hevalên me girtîne. Niha 36 girtîgeh di grevê de ne. Em ligel girtî û dayikan e. Serkeftin û berxwedan wê ya me hemûyan be. Em tu carê ji têkoşîn û berxwedana xwe şûnde gavê navêjin.”   Banga hestiyariyê   Elîf Gul jî daxuyakirin ku tevlibûna çalakiya nobetê her diçe mezin dibe û wiha dirtêjî da axaftina xwe: “Em ê bi dayikan re nobetê bigirin. Ji bo piştevaniyê em her roj li vir in. Em îro bi hevalên xwe re hatin. Tecrîdê bandor li ser hemû civakê kiriye. Ji bo vê hemû gel di bin tecrîdê de ne. Divê tecrîd bê şikandin. Ji bo mafê mirovan girîng e. Em heta dawî li cem dayikan bin. Em ê bi hev re vê pêvajoyê bimeşînin. Heta encam bê girtin em ê têbikoşin. Ez banga hestiyariyê li hemû civakê dikim ku ji bo têkbirîna tecrîdê hewl bidin.”   ‘Dema tecrîd têk biçe em ê encamê bigirin’   Elîfê di dawiya axaftina xwe de banga ji bo xwedîderketina li çalakiya nobetê kir û wiha dawî lê anî: “Xwedîderketinek baş wê pêvajoyê bi encam bike. em hemû kesî vexwendiyê xwedîderketina li Nobetê Edaletê dikin. Divê em her yek berpirsyariyên xwe bînin cih. Em bibin yek wê kurd û hemû gel azad bibin. Em ligel têkoşîna dayikên xwe ne. Em bi têkoşînê encamê bigirin. Divê em zêdetir xwedî lê derkevin.”