Li Qoserê lehî rabû 2024-01-05 19:08:45   MÊRDÎN - Li Mêrdîn û navçeyên baran barî û li navçeya Qosrerê li gelek cihî lehî rabû.   Li navenda Mêrdîn û navçeyên wê ji ber şiliya zêde jiyan bi bandor bû, rê û kolan veguherîn golê. li Qoserê li gelek taxan lehî rabû. Ji ber lehiyê li navçeyê kolan bi giştî ji trafîqê re hatin girtin.   Ligel şiliyê li bajar mij û dumanê di trafîqê de pirsgirêk tên jiyîn.