6 jinên şoreşger ên hatin qetilkirin li Êlihê hatin bîranîn 2024-01-05 16:48:47     ÊLIH - Di daxuyaniya li Êlihê de ji bo jinên şoreşger ên li Parîs û Slîopyayê hatin qetilkirin peyama "Em ê li dijî zilmê bisekinin" hat dayîn.   Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9'ê Çileya 2013'yan de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin. Li navçeya Silopiya Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir di navbera salên 2015-2016'an de li Şirnexê di qedexeya derketina derve de hatibûn qetilkirin. 6 jinên şoreşger li Êlihê bi daxuyaniyekê hatin bîranîn. Gelek jin beşdarî bîranînê bûn.    Hevseroka DBP'ê ya Êlihê Mehdiye Demîr, diyar kir ku tevî ku dem derbas bûye jî kujer nehatine eşkerekirin. Mehdiye diyar kir ku jin bûne hedef û qetilkirin û wiha got: “Em soz bidin ku em ê li dijî zilmê bisekinin. Em careke din diyar dikin ku em ê heta dawiyê li dijî polîtîkayên qirêj ên ku hewl didin van komkujiyan veşêrin têbikoşin. Em zîhniyeta qetlîamker û mêtinger careke din lanet dikin. Me dev jê berda, me çebû. Me şerekî bêserûber şer kir. Em ê di vê têkoşînê de berdêla wê çi dibe bila bibe, tu carî tawîz nadin."   Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu jî diyar kir ku komkujiya Parîsê di demeke ku behsa aştiyê dihat kirin de pêk hat û wiha axivî: "Piştî komkujiya li Parîsê, li Kurdistanê qedexeya derketina derve hat îlankirin û li nava kolanan komkujî hatin kirin. Aqilê dewletê ku li Parîsê gule li aştiyê reşandin, ji ber ku ji jinan ditirsin êrişî jinan kir. Em ê li dijî hemû êrişan li ber xwe bidin. Soza me ya ji bo kesên hatin qetilkirin ev e çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin. Navnîşana çareseriyê niha li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Ger hûn dixwazin ev xwîn bi dawî bibe, bila hevdîtinên Îmraliyê dest pê bikin."   Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.