Ji nobeda Stenbolê peyama ‘Piştevaniya çalakiyê bikin' 2024-01-05 16:37:48     STENBOL - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di roja 24'emîn de berdewam kir. Di çalakiya îro de banga piştevaniyê û mezinkirina têkoşînê hat kirin.    34 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn, Edenê û Îzmîr bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edealetê kirin.     Li Stenbolê bi peşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER) di 13'yê Kanûnê de çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakiya ku 24 roj in didome li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Esenlerê pêk tê. Çalakî bi serdana sazî û dezgehên sivîl didome.    Li cihê çalakiyê pankartên bi kurdî û tirkî “Ji bo avakirina jiyana azad tecrîdê bişkinin û bibin dengê zindanan" û “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Çalakvan pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwekirin. Di çalakiyê de dirûşma  “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.     Îro Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz, Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Dema Jinê, Rêxistina DEM Partiyê ya Bagcilar û Gazî Osman Paşa û gelek welatî serdana nobedê kirin. Rêxistina DEM Partî ya Gazî Osman Paşa çalakiya îro dewr girt.    Aktîvîstên TJA'yê da zanîn ku ji bo piştevaniyê serdana çalakiyê kirine û gotin: "34 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Em jin hewl didin ku tecrîdê têk bibin û zextên li hemberî girtiyan bi dawî bikin. Heta têkbirîna tecrîdê de bênavber çalakiyên xwe li dar bixin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û bidomînin."    Dayika Yakup Akman ê ku li Girtîgeha Sîlîvriyê girtiyê Fînce Akman, diyar kir ku duh serdana kurê xwe kiriye û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Kurê min di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Rêveberiya girtîgehê zextên derûnî li wan dike. Ji ber zextan me nekarî em hevdîtinê bikin. Di hevdîtinê de kurê min wiha axivî 'Ji ber ku me dest bi greva birçîbûnê kir cezayê telefonê ya 3 mehan li me hat birîn. Ji bo min jî gotin te çima derbarê mijarê de agahî da malbat û çapemeniyê û cezayê 12 rojan a hucreya yekkesî li min birîn'. Ez wek bang li her kesî dikim ku bila piştevaniya çalakiyê bikin."    Çalakiya Nobeta Edaletê bi stranan berdewam kir.