Di çalakiya Nobedê de li dijî tecrîdê banga hestiyariyê 2024-01-05 15:20:03     ÎZMÎR - Di Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê hat lidarxistin de endama PM'ê ya DEM Partiyê Aysel Batyar Onsel axivî û diyar kir ku divê her kes li hemberî tecrîdê bi hestiyar be û banga piştgiriya ji bo çalakiya nobedê kir.   Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya EGE TUHAYDER'ê  û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya bi daxwaza "Ji Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" hat destpêkirin. Li Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di roja 6'emîn de berdewam kir. Li salonê pankartên "Ji bo edaletê tecrîdê rakin, ji bo aştiyê bibin dengê girtiyan" û "Li dijî tecridê berxwedan" hatin daliqandin. Nobeda îro ji aliyê Meclîsa Jinan a Aydinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ya bajarê Îzmîrê û Hevserokên DEM Partiyê yên Bajarê Îzmîrê Vezan Karabulut û Mehmet Kuruş ve hat ziyaretkirin.   'Piştgirî zêde dibe'   Endama Meclisa DEM Partiyê Aysel Batyar Onsel di çalakiya nobedê de axivî, desteka ku ji nobeda edaletê re tê dayîn bi bîrxist û got ku ev destek wekî pêlên avaê mezin dibe û dewam kir, " Divê em lê binêrin ku edaleta welatekî çawa li ber çavên civakê xuya dike. Li welatekî ku tê îdakirin bi qanûn û destûra bingehîn tê birêvebirin, nehiştina parêzer û malbatê, ku mafê her girtiyekî ye tê astengkirin û e tê wateya bêhiqûqiyek ku li tevahiya civakê belav dibe."   'Hemû welat di bin tecrîdê de ye'   Aysel gazî civakê kir ku li ser vê pirsgirêkê hesas be û got, “Tecrîd ne tenê li ser Îmraliyê ye. Ev tecrîd ne tenê li ser heval û girtiyên siyasî yên di girtîgehê de ye. Di rastiyê de îro hemû welat di bin tecrîdê de ye ku haya civakê jê tune ye. Krîza biryara herî dawî di navbera Dadgeha Destûrî û Dadgeha Bilind de nîşanên hilweşîna qanûnî ne. Em hemî beşên civakê, jin, ciwan, çepgir, sosyalîst û dijberan vedixwîn ku ji vê tecrîdê re bibêjin na."