ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-05 09:00:00     *Ekolojî zanisteke ku avabûna xwezayê ya mirov jî tê de ye digire dest. Ekosîstema yekîneya lêkolînê ye. Li ser ekosîstemê hûr dibe û parçeyên pergalê ava dikin jî yek mijara lêkolînê ne. Ekosîstem tê wateya giştîbûnê ya berdewamkirinê. Çiqas curebûn hebe evqas xwe dispêre rêgeza istîkrarê. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Hevseoka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn da zanîn ku Peymana Stenbolê destkeftiya têkoşîna jinê ye û wiha got: “Li Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna herî mezin jin didin. Tevgera Kurd û tevgera jinan pir girîng e.Têkoşîna jinan wê tu car neqede.” BI DÎMEN   *Nobeta Edeletê ku piştî girtiyên siyasetî dest bi grevê kiribûn hatin destpêkirin mehek li pey xwe hişt. Yên tevli nobetê bûn ji roja ewil de daxwazên xwe anîn ziman û diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê şikandin û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. BI DÎMEN   * Di ser qetilkirina Gulistan Doku de 4 sal der bas bû û ji bo gumanbar bên dîtin û darizandin têkoşîneke mezin hat dayîn. Bediye Doku ya têkoşîna keça xwe bi israr didomîne di sala 4’an de banga "Keça min bibînin" dike. BI DÎMEN    *Li Geverê piştî 8 salan şûnde xizmên windayan dest bi çalakiya ‘Bila wenda bên dîtin gumanbar bên darizandin’ kirin.  BI DÎMEN   * Hevjîna Şukru Çîçek yê li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Îzmîrê di greva birçîbûnê de ye, Necla Çîçek diyar kir ku heta hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re neyê kirin wê Gelê Kurd nesekine û got: “Tiştên Abdullah Ocalan dibêjin ji bo Gelê Kurd girîng e.” BI DÎMEN