KONGRA-GEL: 6’ê Çile de li Parîsê bin 2024-01-04 19:37:15   NAVENDA NÛÇEYAN - KONGRA-GEL siyasetmedarên jin yên Kurd kuli Parîsê hatin qetilkirin bibîr anî û got: "Ji bo em nerazîbûna xwe li dijî hêzên tarî nîşan bidin, divê her kes di 6'ê Çileyê de li Parîsê bin."   Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL bi daxuyaniyeke nivîskî sê siyasetmedarên jin yên Kurd ku li Parîsê hatin qetil kirin bibîr anî û wiha hat gotin, "Em Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî), Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil ên li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin bi êşeke kûr û bi rêzdarî bibîr tînin."   Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:Tevî ku hêza li pişt komkujiyan tê zanîn jî, herdu komkujiyên ku li Parîsê pêk hatine heta roja îro nehatine eşkerekirin. Ev yek nîşan dide ku Fransa di van komkujiyan de xwedî têkiliyên kûr e. Fransa di heman demê de li Ewropayê navenda êrîşên li ser pêşengên tevgera jinê ya ku xeta îdeolojîk a Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ku bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê ya li dijî plana qirkirina Kurdan a sed salî têdikoşin, e. Di bin berpirsiyariya siyasî û hiqûqî ya komkujiyên 1 ‘emîn û 2’yemîn yên Parîsê de ye.Fransa jî wek welatekî ku rasterast di bin gumanê de ye. Dikare bi ronîkirina tarîtiya li ser komkujiyan û darizandina kujerên rasteqîn ên li pişt perdeyê vê sûcdariyê ser xwe bavêje.”   ‘Daxwaza edeletê daxwaza hevpar a gelê Kurd e’   Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Em bang li rêveberiya dewleta Fransayê dikin;Rejîma dewleta Tirk a faşîst a sed salî di pêvajoya hilweşînê de ye. Ne pêkan e ku polîtîkayên xwe yên li ser qirkirina Kurdan bidomîne û neçare bi pirsgirêka Kurd re rû bi rû were. Di vê pêvajoyê de Fransa weke welatekî divê rola çareseriyê bilîze. Di vê çerçoveyê de bi ronîkirina komkujiyên li dijî jinên pêşeng ên kurd, hem divê ku bersivê bide hêviyên raya giştî û hem jî di vê pêvajoyê de mîsyona çareserkirina pirsgirêka kurd bigire ser xwe.Dabînkirina edaletê daxwaza hevpar a gelê Kurd, dostên wan, raya giştî ya edaletê dixwazin û bi taybetî jî her kesên li dijî komkujî û tundiya li ser jinê ne."   ‘Divê her kes li Parîsê bin’   KONGRA-GEL wiha bang kir:“Ji bo daxwaza kujerên rastî bên eşkerekirin û dabînkirina edaletê bilind bibe. Ji kujerên jinên pêşeng ên Kurd hesab bê pirsîn. J bo ku bizanibin em ê ti carî bêdeng namînin û hesab ji wan bipirsin. Hêrsa xwe ya li hemberî tarîtiya ku li ser komkujiyê dimeşînin bilind bikin, divê her kes di 6'ê Çileyê de li Parîsê bin.