Nobeta Edaletê li Mêrsîn û Edeneyê didome 2024-01-04 16:22:23     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Mêrsîn û Edenê 32 roj in di bin dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” berdewam dike. Îro di nobedê de peyama dawîkirina tecrîdê hat dayîn.    Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn, Edenê û Îzmîr bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edealetê kirin.     Edene    Nobeda Edaletê ya ji hêla Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) ve hatî destpêkirin di roja 32'emîn de didome.    Çalakiya ku li avahiya AATUHAY-DER'ê berdewam dike gelek kes tên serdanê. Hakime Bayav diyar kir ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan Nobeta Edaletê didomînin û got ew wekî kurdekê dixwaze bi awayekî azad çand û zimanê xwe bijî.    Mêrsîn    Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER), çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin, çalakî 32 roj in didome. Di çalakiyê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin.    Hevseroka DEM Partiyê ya Mezitli Zeynep Kavak da zanîn têkoşîna dayikan têkoşîna wan e û got ew ê zilmê bi hev re têk bibin.    Nobetê bi gotina kilaman dewam kir.