Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin 2024-01-04 14:50:31     ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Cemile Aydin a tevlî Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bû daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir.    Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û agahî jê nayê girtin,  greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehan ku di Mijdara 2023'an de dabû destpêkirin dewam dike. Malbatên girtiyan ji di heman çarçoveyê de û bi heman daxwazan  ji 4'ê Kanûnê ve li gelek bajaran Nobeda Edaletê dan destpêkirin.   Nobeta Edaletê ya bi çarçoveya "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" li Îzmîrê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), EGE TUHAYDER'ê li Nûnertiya Herêma Egeyê ya DBP'ê hat destpêkirin di roja 5'an de bi peyama " Çareserî rakirina tecrîdê ye" dewam kir. Li eywana çalakiyê afîşên "Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aşitiya civakî em bibin dengê zindanan" û "Li dijî tecridê berxwedan" hatin daliqandin. Rêxistinên Partiya DEM'ê yên Bayrakli, Çigli û Karşiyaka û Însiyatîfa Meclîsa Dayikên Aştiyê çûn serdana çalakiya Nobeta Edaletê.    Dayika Aştiyê Cemile Aydin da zanîn ji bo daxuyaniyekê mirov tên binçavkirin û got divê tecrîda li ser gel rabe.    Cemileyê di heman demê de banga yekîtiya gelê kurd kir û got em dixwazin ziman û çanda xwe bidin dewamkirin û tecrîda li ser hemû mirovahiyê rabe.    Cemileyê di heman demê de ji bo herkesî daxwaza azadiyê kir û got ger serokê me azad bibe wê hemû kes azad bibe. Cemileyê di heman demê de diyar kir ku sedema qeyranê şer e û got şer biqede wê pirsgirêk biqedin.    Wê çalakiya nobetê heta dawiya rojê biqede.